Li Îranê pêla nû ya binçavkirinê

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li seranserî welêt 220 welatî hatin binçavkirin.

Wezareta Îtlaatê ya Îranê binçavkirina hejmareke mezin ji welatiyan li welat qebûl kir. Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bîlançoya binçavkirina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku şeva borî li 26 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanû îranê 111 welatî bi hinceta ‘dijmin û neyarên welat’ hatin binçavkirin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha jî Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandibû ku kesên binçavkirî dê wekî ‘sîxur’ nêzîkatî lê werin kirin, lê ti belge nehatibûn weşandin ku nîşan bidin ew sîxur in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku di pêlek nû ya gef û binçavkirina welatiyan de, li parêzgehên Tehran, Elbûrz, Hemedan û Urmiyeyê herî kêm 220 welatî hatine binçavkirin.

Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku ev binçavkirin bi sûcê ‘şandina wêne û dîmenan ji medyayên biyanî re û hewldanên ji bo lidarxistina xwepêşandanan’ hatine pêkanîn.